48 endam tevlî Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn

Ji kantona Cizîrê 48 endam piştî bidawîkirina perwerda xwe tev li xebatên Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji bo başkirina ewlehî û pêşxistina jêhatîbûnên endamên xwe Hêzên Ewlekariya Hundirîn ser navê Dibistana Şehîd Munzur devreyên perwerde li dar dixe.

Dibistanên Şehîd Munzur herî dawî 21'ê Mijdarê devreya xwe ya bi navê Şehîd Etallah Elêwî El Îbrahîm bi 48 endaman bi dawî kir.

Ji bo bi dawî kirina devreya perwerdê çalakiyeke derçûnê hate organîzekirin.

Nûnerên ji Rêveberiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a kantona Cizîrê, Rêveberiya fakulte û dibistanên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hejmarek efser û malbata şehîd Etallah di pîrozbahiyê de amade bûn.

Di çalakiya derçûnê de gelek axaftinên pîrozkirinê hatin kirin.

Di devreyê de 55 rojan perwerdeyên fikrî, siyasî û leşkerî hat dîtin.

Di dawiyê de, ji bo teqdîrkirina kedên endaman, karname hatin belavkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye