Şandeke Hamasê ji bo nîqaşan li Qahîreyê ye

Şandeke Hamasê ji bo nîqaşkirina zêdebûna aloziyê û qonaxa duyemîn a peymana Xezeyê li Qahîreyê ye. Washington dest bi kêmkirina hebûna xwe ya leşkerî li navenda Xezeyê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Çavkaniyan îro ragihandin ku şandeyek ji rêberên Hamasê, bi serokatiya Xelîl El-Heyya, gihîşt Qahîreyê.

Şande wê bi rayedarên îstîxbarata Misrê re bicive û pêşketinên li Xezeyê nîqaş bike.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku serdan wekî beşek ji hewldanên siyasî yên berdewame ku berê hatibû plankirin.

Hewldanên dawî yên dîplomasîyê, ji bo qonaxa duyemîn a peymana Xezeyê dest pê bike tê pêk tên.

Washington dest bi kêmkirina leşkerên xwe yên li Xezeyê kiriye

LI alîyekî din tê ragihandin, Tevgera Amerîkî ya ji bo damezrandina Konseya Aştiyê dest pê kirîye.

Avakiririna konseyeke bi bî rengî di biryara dawî ya Konseya Ewlekariyê de cî girtibû.

Li gorî rayedarên Amerîkî, ev gav pêşgotinek e ji bo navenda piştî Konseya Aştiyê.

Rojnameya Haaretz ji karbidestên Amerîkî piştrast dikin ku Washington dest bi kêmkirina hebûna xwe ya leşkerî li navenda Xezeyê kiriye.

Rojnameya Wall Street Journal jî planeke ji bo dabeşkirina Xezeyê bo 2 beşan, di nava Herêma Kesk de eşkere kir.

Li gorî vê planê, dê ji bo Filistîniyan xanîyên demkî yên nû werin avakirin.

Karbidestên Amerîkî ji rojnameyê re gotin ku tîmên endezyariyê dê li ser planên avakirina nû ji bo Herêma Kesk bixebitin û dê kavilan rakin.

Karbidestên ku bi Wall Street Journal re axivîn gotin ku ev pêşniyara Amerîkî dibe ku tekane rê be ji bo destpêkirina ji nû ve avakirina Xezeyê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye