Li gorî peymane ku sala 2024'an di navbera hikûmeta Îraq û Amerîkayê de hatibû îmzekirin, Koalîsyona Navdewletî wê heta 25'ê Îlonê dawî li erkê xwe yê leşkerî li Îraqê bîne û piraniya hêzên şerker dê baregehên leşkerî yên Îraqê vala bikin.
Beşek ji wan hêzan ji bo piştgirîkirina çalakiyên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê wê heta Îlona 2026'an li Herêma Başûrê Kurdistanê bimînin.
Biryar e ku piştî vê qonaxê, Amerîka û Îraq peymaneke nû ya ewlehiyê bikin ku tê de pirsgirêka mana hêzên Amerîkayê û pêwendiyên leşkerî yên di navbera Bexda û Washingtonê de bên zelalkirin.
Jeffrey: Dibe ku wekî pêvajoya sala 2011'an be
Di derbarê mijarê de Sefîrê berê yê Amerîkayê yê Îraqê James Jeffrey axivî û got:
“Dibe ku Amerîka ji Îraqê vekişe û dibe ku venekişe. Lê ji bîr nekin ku heta eger em derkevin jî dibe ku wekî sala 2011'an efserên me yên pêwendiyên leşkerî bimînin,karên ku niha dikin, wê bikin.”
Lahood: Ji Kurdan baştir hevpeymanên me nînin
Endamê Kongreya Amerîkayê Darin LaHood diyar kir ku pêwendiyeke wan ya xurt bi Kurdan re heye û wiha got:
"Em dixwazin wê pêwendiyê bidomînin.
Em rêzê li armancên Kurdan yên ji bo bidestxistina serwerî û serxwebûnê û tiştê ku ji bo wî têdikoşin, digirin."
Her wiha Darin LaHood tekez kir ew nikarin ji bo Amerîkayê hevpeymaneke ji Kurdan bihêztir bibînin.