Hate ragihandin ku Macron wê bi armanca gotubêjkirina çend mijarên girîng bi şandeyeke ji wezîr, berpirsên leşkerî, ewlekarî û aborî di 17’ê Îlonê de bigihije Bexdayê.
Di serdanê de Macron wê hejmarek peymanên di warên cuda de li gel Iraqê îmza bike bi taybetî di warê enerjî û çekan de.
Her wiha tê payîn ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron tevlî ‘Konferansa Bexdayê’ jî bibe.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron beriya niha jî di sala 2020’an de serdana Iraqê kiribû.