Ji 6`ê nîsanê ve, navendên qeydkirina nifûsê yên li Qamişlo, Dêrik, Hesekê, Çilaxa û Dirbêsiyê rêzên dirêj dest pê kiriye.
Beriya 64 salan Kurd ser xaka xwe "tune" hatin hesibandin, nasname û hebûna wan hatin înkarkirin.
Di sala 1962'an de, Rêjîma Baas`ê bi serkêşiya Serokkomarê wê demê Nazim El Kudsi û Serokwezîr Beşir El Azma,
Di çarçoveya projeya "Kembera Ereban" de, li Hesekê serjimêriyek dan destpêkirin, di wê serjimêriyê de 250-300 hezar Kurd ji mafê Hemwelatîbûnê bêpar man.
Hincet jî ew bû ku Kurd "bi rêyên ne qanûnî" ji Tirkiyê derbasî nava Sûriyê bûne.
Beşek ji Kurdan weke "ecnebî" (biyanî) hatin qeydkirin, beşek jî bênasname(Mektûm) hatin pênasekirin.
Ev hejmar bi demê re veguherî krîzeke mezin a mirovî ku gihîşt bi sed hezaran.
Rejîma Baas`ê jî ku ji sala 1963'an heta 2024'an Sûriye bi rê ve dibir, polîtîkaya tunekirinê berdewam kir.
Hene lê navên wan di muameleyên qanûnî de nînin
Yên ku di kategoriya "mektûm" de ne, nikarin bibin xwedî dîplomayeke fermî û nikarin sûdê ji mafên xwe yên hîndekariya bilind werbigirin.
Yek ji zehmetiyên Kesên bênasname ew e ku nikarin li saziyên dewletê weke karmendekî bixebitin û nikarin mal, wesayet an jî milkên xwe li ser navê xwe qeyd bikin.
Her wiha nikarin bi deriyên sînorî û balafirxaneyan re bi awayekî qanûnî derkevin derveyî welat.
Bi Kembera Erebî re hebûna Kurdan tune kirin
Destpêkê di çarçoveya projeya 'Kembera Ereban' de Ereb li herêmên Kurdan hatin bicihkirin.
Piştre jî nasnameya Kurdan hate înkarkirin û mafên wan hemû hatin desteserkirin.
Eger di malekê de nexweşek hebe, lê ji ber bênasnamebûnê nikarin ji bajarekî biçin bajarekî din.
200 Hezar Kurd li Ewropayê bênasname ne
Ji ber bênasnamebûna Kurdan, bû sedema krîzan ku bandor li jiyana wan a rojane kir.
Kurdan li pêşiya hiqûqê nikarin mafên xwe biparêzin; dewlet dikare bi hêsanî dest dane ser xaka wan û nikarin kargeheke taybet vekin.
Ji ber nebûna mafê vekirina kargehan, Kurd ketin nava xizaniyeke mezin û koçî Ewropayê kirin.
Ji ber zehmetiyên aborî koçberî Ewropayê bûn. Tê gotin ku nêzî 200 hezar Kurdên Rojavayê Kurdistanê yên niha li Ewropayê ne, nasnameya wan nîne.
Di 2011`an de mafê karkirinê da Kurdan
Bi salan e Kurd bi pirsgirêkên aborî, siyasî û civakî re rû bi rû mane. Di sala 2011`an de Beşar Esad ragihandibû ku mafê karkirinê" dide wan.
Di wê demê de, li Rojhilata Navîn serhildanên gelan li dijî rejîmên otorîter dest pê kiribûn ku weke "Bihara Ereban" jî dihate pênasekirin.
Rejîma Esad li ser raperîna gel biryara "reform"ê dabû û eşkere kiribû ku wê mafê vekirina kargehan û karkirinê bide Kurdan.
Bi şoreşa Rojava re her tişt hat guhertin, Kurd bûn xwedî mafê xwe yê bingehîn.
Ne tenê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û gelên din di nava sîstemeke demokratîk û wekhev de 13 sal in xwedî maf in.
Bi hatina Ehmed Şera Serokkomarê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re hêviyê welatiyan geş bûn ku ew ê mafê xwe yê bingehîn bi dest bixin.
Di 3'ê Adara 2025'an de danezayeke destûra bingehîn a Veguhêz a ji 53 xalan îmze kir ku ji bo 5 salan derbasdar be.
Di mersûma 13`an de hebûna Kurdan hat pejirandin
Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera di 16'ê çileya 2026'an de reşnivîseke qanûnî ya hejmara 13'an derxist.
Di wê reşnivîsê de hat diyarkirin ku welatiyên Kurd beşeke resen ji gelê Sûriyê ne, nasnameya wan a çandî û zimanî beşeke ji nasnameya neteweyî ya Sûriyê ya pirreng û yekgirtî ku nayên parçekirin e.
Her wiha di madeya 4`an de hat gotin ku Kurdên ku ji sala 1962'an û vir ve bênasname û ji mafên xwe yên bingehîn bêpar hatin hiştin, wê weke welatî bêne qeydkirin û mafên wan radestî wan bê kirin.
Di vê pêvajoyê de, weke Sûryeyî tên pênasekirin û li ser nifûsa wan bi wî awayî tên nivîsandin.