Mesûd Pezeşkiyan amaje kir ku artêşa Îranê hişyarî da ew ê bersivê bidin keştiyên leşkerî yên nêzî Tengava Hurmizê bibin.
Li gorî nûçeyan, serokomarê Îranê Mezûd Pezeşkiyan di vê pêwendiyê de ragihandiye, bi şertê rêzgirtina li berjewendiyên neteweyî yên Îranê, ew amade ne ji bo aştiya herêmî ya mayînde li hev bikin.
Li gorî medyaya fermî ya Îranê, Pezeşkiyan bikaranîna baregehên leşkerî yên DYA’yê yên li welatên Kendavê li dijî Îranê şermezar kir.
Tevî vê yekê, Pezeşkiyan welatên herêmê wekî “birayên xwe” bi nav kirin û destnîşan kir ku divê pergaleke ewlehiya herêmî ya ku hêzên biyanî tê de nînin, bê avakirin.
Li aliyê din, artêşa Îranê ragihand ku Tengava Hurmizê “di bin kontrolê de ye” û destûrê didin derbasbûna keştiyên sivîl.