Di hilbijartinan de, Partiya Tisza ya bi serokatiya Peter Magyar ji 199 kursiyên parlamentoyê, 138 kursî bi des xistin û du ji sê paran wergirtin.
Magyar: Cihê Macaristanê Ewropa ye
Peter Magyar piştî serkeftina di hilbijartinan de axivî û anî ziman ku welatê wî, wê bi Yekîtiya Ewropa û NATO'yê re têkiliyeke xurt ava bike û got:
"Cihê Macaristanê Ewropa ye"
Peter Magyar diyar kir ku welatê wî, wê careke din vegere ser xeta Ewropayê.
Viktor Orban ku salên dûr û dirêj li ser desthilatdariyê bû, bi polîtîkayên xwe yên nêzî Rûsyayê û bi rageşiya bi Yekîtiya Ewropayê re diket rojevê.
Yekîtiya Ewropayê jî bi hinceta ku dewleta hiqûqê bin pê kiriye, bi milyaran Euro fonên ji bo Macaristanê rawestandibû.
Yekîtiya Ewropayê piştgiriya guhertina li Macaristanê kir
Seroka Konseya Ewropayê Ursula von der Leyen, piştî encamên hilbijartinê daxuyaniyek da û got:
"Macaristanê Ewropa hilbijart."
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî Peter Magyar pîroz kir û encam weke "Serkeftina tevlîbûna demokratîk" pênase kir.