Trump wê roja duşemê bi Ehmed el-Şera re bicive

Serokê Amerîkayê Donald Trump dê roja duşemê bi Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed el-Şara re bicive.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt di civîneke çapemeniyê de got:

"Ev civîn dê roja duşemê li Qesra Spî pêk were. Ev beşek ji hewldanên dîplomatîk ên Serok e ku bi her kesî re bicive da ku aştiyê bi dest bixe."

Li gorî tê payînkirin ku di navbera her du aliyan de wê li ser du mijarên sereke werin nîqaşkirin, yek betalkirina Qanûna Sezar û yê din jî şerê li hemberî DAIŞ`ê ye.

Wezareta Derve ya Amerîkî hefteya borî ragihand ku ew piştgiriyê dide betalkirina Qanûna Sezar ji aliyê Kongreyê ve.

Wezîrê Derve yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Esed el-Şeybanî diyar kir ku  Şera dê di hevdîtina xwe ya bi Trump re mijarên wekî rakirina cezayên mayî û şerê li dijî terorê nîqaş bike.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye