Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora xwe meha Cotmehê ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamegerên jin aşkera kir.
Di raporê de hate gotin ku nivîsandina rastiyê hîn jî teşeyekî berxwedanê yê li dijî zordariyê ye û têkoşîna ji bo azadiya çapemeniyê, tevî hemû astengiyan, hîn jî dengê rastiyê ye.
‘Azadiya çapemeniyê bêhtir hate sînordarkirin’
Bi domdarî MKG’ê rapora xwe de bal kişand ser zext, sansûr û çewisandina dadwerî ya li dijî rojnamevanan û wiha got:
“Meha cotmehê bû serdemeke ku zext, sansûr û çewisandina dadwerî ya li dijî rojnamevanan zêde bûye.
Azadiya çapemeniyê hîn bêtir hatiye sînordarkirin.
Zîhniyetek ku sînorên desthilata siyasî dide pêş, li şûna berjewendiya giştî, berdewam dike ku rojnamevanan ji ber erkê wan ê agahdarkirina raya giştî ceza bike."
Astengkirina nûçeyên der heqê Rojîn Kabaîşê de
MKG’ê di rapora xwe de diyar kir ku qedexeyên gihîştinê yên li ser hesabên medyaya dijîtal, girtina malperên nûçeyan û rakirina naverokê nîşan didin ku sansûr di qada dijîtal de bûye tiştekî asayî û got:
"Lêpirsînên li dijî Midûra Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger û edîtora JINNEWS'ê Dîlan Babat, ku mirina Rojîn Kabaîş şopandin û kirin nûçe, asta zexta li ser çapemeniyê eşkere kir."
Erêkirina cezayên rojnamegeran
MKG’ê da zanîn ku di hefteya dawî ya Cotmehê de, Daîreya Cezayê ya 22'yemîn a Dadgeha Herêmî ya Enqereyê cezayê 6 sal û 3 meh ê girtîgehê yê li heft rojnamevanan pesend kiriye.
Di nava wan de cezayê nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Diren Yurtsever, Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznur Deger û rojnamevan Zemo Aggoz hatiye pesendkirin.
Daneyên binpêkirinan
MGK'ê di raporê xwe de destnîşan kir di mijara mafê jiyanê û ewlehiyê de 9 binpêkirin hatine jiyîn û wiha lê zede kir:
"Rojnamegerek rastî êrişê hatiye, rojnamegerek ji bo îfadeyê bang lê hate kirin; 2 rojnameger rastî miameleya xerab hatine, gef li 2 rojnamegeran hate xwestin û 3 rojnameger jî dema nûçe dişopandin hatin astengkirin.
Di dawiya daxuyaniyê de jî gotin ku derheqê 4 rojnamegeran de lêpirsîn, derheqê rojnamegerekê de doz hate vekirin; der heqê 5 rojnamegeran de bi giştî 22 sal û mehek û 15 roj cezayê hefsê û 7 hezar TL jî cezayê pereyan hatiyee birîn.