Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi boneya 34'emîn salvegera hilbijartinên yekem ên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê, peyamek belav kir.
PDK’ê ev roj wekî qonaxeke dîrokî û bingeha saziyên Başûrê Kurdistanê bi nav kir.
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku parlamento, çavkaniya îrade û desthilata gel e û wiha got:
“Statuya Herêma Kurdistanê bi têkoşîn û qurbaniyên mezin hatiye bidestxistin.
Fraksiyona PDK'ê bang li hemû aliyan kir ku ji bo aktîfkirina parlamentoyê gavan biavêjin û wiha bi dawî kir:
“Di vê rewşa hestiyar de, aktîfkirina parlamentoyê pêdiviyeke niştîmanî û destûrî ye.
"Nebûna yekîtiya partiyên Kurdî, pozîsyona me li Bexdayê qels kiriye"
Li aliyekî din jî Parlamenterê Parlamentoya Îraqê Ramyar Heyder der barê rûdan û geşedanên siyasî yên li Bexdayê û nebûna yekîtiya partiyên Kurdî de axivî.
Parlamenterê Parlamentoya Îraqê Ramyar Heyder, ragihand ku ji ber helwestên cuda yên partiyên Kurdî, rola Kurdan di kabîneya nû ya hikûmetê de qels bûye.
Heyder, diyar kir ku eger Kurd li Bexdayê nebin yek, nikarin mafên xwe biparêzin.
Ramyar Heyder, di dawiyê de banga yekîtiya neteweyî kir û got:
"Tenê bi yekdengiyê Kurd dikarin mafên xwe yên windakirî vegerînin."