Komîsyon civîna xwe ya guhdariya Heyetan bi dawî dike

Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de Komîsyon, vê hefteyê civînên xwe yên guhdariya li heyet û saziyan bi dawî dike. Piştî civînên guhdarkirinê komîsyon dê plansaziya çûyîna Girava Îmraliyê nîqaş bike. Gelê Kurd li seranserî Kurdistan û cîhanê daxwaza pêkanîna mafê hêviyê ji bo Rêberê Damezîrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Millî ku di çerçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de di 5ê Tebaxê de li meclîsê hatibû avakirin, vê hefteyê civînên xwe yên guhdariya li heyet û saziyan bi dawî dike.

Komîsyon heta niha 16 caran civiya ye

Heta niha komisyon 16 civîn pêkaniye. Komîsyon dê di 18ê Mijdarê de roja Sêşemê careke din bicivê û civînên guhdarkirinê bi dawî bike, Civîna dawî ya guhdarkirinê roja sêşemê  pêk were.

Komîsyon wê dest bi taslaxên qanûnî bike

Piştî bi dawîbûna civînên guhdarkirinê beşa yekêm a xebatên komîsyonê jî bi dawî dibin û komîsyon wê dest bi amadekariyên taslaxên qanûnî bike.

Ji bo çûyîna Îmraliyê ti gav nehatine avêtin

Ji avabûna komîsyonê vir ve çûyina Girava Îmraliyê û hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re  rojeveke sereke ye lê heta niha ji bo çûyina Îmraliyê ti gav nehatine avetin.

Komisyon wê ji bo çûyina Îmraliyê gotobêj bike

Tê payîn ku piştî civînên guhdarkirinê komîsyon dê plansaziya çûyîna Girava Îmraliyê nîqaş bike.

Çavê her kesî li gavên dewletê ye

Piştî ku Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di 26ê Cotmehê de bi daxuyaniyeke dîrokî li Qandîlê ragihand ku ew ji bo pêşiya pêvajoyê vêkin hemû hezên xwe ji bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê vedikişînin. çavê raya giştî jî ji gavavetina dewletê û xebatên komîsyonê ye.

Dayikên aştiyê dixwazin bi zimanê kurdî biaxivin

Dayikên Aştiyê di civîna 5emîn a komîsyonê de  xwestin ku di meclisê de bi Kurdî biaxivin ji aliyê Serokê Meclisê Nûman Kûrtûlmûş ve hatin astengkirin û tevî daxwaza parlamenterên di komîsyonê de jî destûr nehat dayin ku dayîk Kurdî biaxifin.

Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17ê Îlonê de derbarê mafê hêviyê de, ji Tirkiyeyê xwest ku “bi lez gavên pêwîst” bavêje, ji bo ku bi lez pêşde biçe, heta dawiya Hezîrana 2026an agahî” bide.

Gelê kurd daxwaza mafê hêviyê bo Ocalan dikin 

Li seranserî Kurdistan û Cîhanê daxwaza mafê heviyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin.

Komîsyona meclisê sibê di seat 15:00an de dê civîna xwe ya 17emîn li darbixînê.

Komîsyon dê Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin guhdar bike.

 Piştî vê civînê komîsyon beşa 1em a xebatên xwe bi dawî dike.

Entegrasyona demokratîk têgeheke sereke ye

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşankiribû ku civaka demokratîk, aştî û entegrasyona demokratik, sê têgehên sereke yên vê pêvajoyê ne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye