Sezaî Temelî: Komîsyon dê zagoneke taybet amade bike!

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî li meclisê axivî û got: “Parlemento ji rastiya civakî her diçe dur dikeve. Temelî li ser pêvajoya çareseriyê jî axivî û got: "komisyon dê zagoneke taybet amade bike".

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî, li Meclisê têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da.

Temellî di daxuyaniya xwe de  diyar kir ku gelek derdor bi pirsgirêkan re rû bi rû ne lêbelê niha li Meclisê ser qanûna weqfan tê axaftin. Meclis, roj bi roj ji civakê dûr dikeve. Tenê bi rojevên îktîdarê bisînor dimîne.  Meclis, rojevên gel nîqaş nake.”

“Biryarên dadgehê bi cîh bînin û Demîrtaş û hevalên wî berdin!”

Temellî biryara Dadgeha Mafê Mirovan ya der heqê Selahattîn Demîrtaş de bibîrxist û got:

 “Piştî vê biryarê em li benda tehliyeyê bûn. Ji bo neberdanê tu daxuyanî nayên dayin. Daraza siyasî xwe li kerr û laliyê daniye.

Dadgeha Îstînafê bi cîbicînekirina biryarê re sûc dike.” 

“Komisyon dê zagoneke taybet amade bike” 

Serokwekîlê Koma DEMê bal kişand ser geşedanên di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de û got ku heta niha gavên girîng ên yekalî hatine avêtin. Niha jî mijara herî girîng, meseleya zagona taybet e. Piştî ku komîsyona li Meclisê hevdîtinên xwe temam kir, dê rapora xwe amade bike û têkildarî çawaniya zagona taybet binivîse. Hêvîdarim zûtirin demê de ev pêşniyarqanûn pêşkeşî lijneya giştî were kirin û bibe zagon.

 ” Hêvîdarim komîsyon tavilê biryara xwe bide û biçe Giravê” 

Temellî li ser pirsa Ji bo pirsa “Gelo komîsyon dê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bigire rojeva xwe yan na?” wiha got: “Bendewariyeke me ya wiha heye. Hêvîdar im dema sibe komîsyon dicive, vê bixe rojeva xwe. Hêvîdarim tavilê biryara xw bide û bêyî dereng bimîne biçe giravê.”

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye