Xelkên Hesekê careke din tabloya Koşka Dadweriyê anîn xwarê

Xelkên Hesekê li dijî rakirina nivîsên Kurdî ji tabloya Koşka Dadweriyê xwepêşandanek li dar xistin. Li Hesekê ku bajarekî Kurdan e, xelk dixwazin tabloyên fermî bi her du zimanan "Erebî-Kurdî" werin nivîsandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li hember rakirina tabloya Koşka dadweriyê ya bi zimanê Kurdî û Erebî, bertekên tund derdikevin pêş.

Xelkên bajarê Hesekê li dijî rakirina nivîsa Kurdî ji tabloya Koşka Dadweriyê, xwepêşandanek li pêşiya koşkê li dar xist.

Şênî dixwazin nivîsa Kurdî di tabloyê de were nîvisandin û rêz ji taybetmendiyên çandî û zimanî yên pêkhateyên herêmê re were girtin.

Di 7`ê gulanê de tabloya bi nivîsa Kurdî û Erebî ya Koşka Dadweriyê ya Hesekê hatibû rakirin û li şûna wê tabloyeke bi zimanê Erebî û Îngilîzî hatibû danîn.

Ev yek ji aliyê xelkên bajarê Hesekê ve rastî nerazîbûneke tund hat û tabloya Îngilîzî û Erebî anîn xwarê.

Şevê din jî, careke din tablo li ser koşkê hat danîn, lê vê carê tenê bi zimanê Erebî bû di derengiya şevê de ciwanên Hesekê ew jî anîn xwarê.

Gelo çima Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê naxwaze zimanê Kurdî li ser tabloya Koşka Dadweriyê bê nivîsandin?

Berdevkê Tîma Serokkomariya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Hîlalî gotibû:

"Zimanê Erebî li Sûriyê zimanekî fermî ye.

Her wiha qanûn bikaranîna wê di saziyên fermî, perwerde û belgeyên qanûnî de disepîne, ji ber ku "parastina Erebî û qedexekirina bikaranîna zimanên din di danûstandinên fermî de beşek ji serweriya dewletê û pergala giştî ye".

Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera di biryarnameya 13`an de diyar kiriye ku zimanê Kurdî zimanekî niştîmanî ye û li dibistanên dewletê wê were xwendin, bi teybetî li herêmên ku pirabiya wan Kurd in.

Heta amadekirina vê nûçeyê, hate ragihandin ku şandeya serokkomariyê, parêzgarê Hesekê û fermandariya Ewlekariya Hundirîn der barê vê mijarê de civiyane.

Gel dixwaze tabloyên fermî bi her du zimanan "Erebî-Kurdî" werin nivîsandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye