Piştî ku Serokatiya Parlamentoya Îraqê diyar kir ku roja civîna hilbijartina Serokkomar 11ê Nîsanê ye.
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî derbarê diyarkirina roja civînê bi daxuyaniyekê nerazîbûna xwe anî ziman.
Etrûşî li ser pişka Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di wê postê de ye.
Ferhad Etrûşî di daxuyaniya xwe de bal kişand ser wê yekê ku di navbera pêkhateyan de li ser posta Serokkomar lihevkirineke niştimanî û siyasî nîne û got
"Li ser bingeha berpirsyariya niştimanî û xwesteka me ya ji bo aramiya pêvajoya siyasî, em radigihînin ku em bi xişteya civîna 11ê Nîsanê ya ji bo hilbijartina Serokkomar ne razî ne."
Ragihandina Parlamentoya Îraqê xişteya civînê belav kir."
"Divê serkirdeyên pêvajoya siyasî têgihiştineke zêdetir û dîyalogeke cidî biafirînin"
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlamentoyê ji serkirdeyên pêvajoya siyasî xwest ku derfeta ji bo têgihiştineke zêdetir û dîyalogeke cidî biafirînin.
Ferhad Etrûşî destnîşan kir ku divê ji bo gihîştina lihevkirineke niştimanî ya li ser namzedê Serokkomar, nakokî werin derbaskirin da ku namzedekî ku piraniya aliyan pê razî bin were hilbijartin.
Li gorî bernameya kar, civîn dê saet 11:00 were lidarxistin.
19 namzed ji bo posta Serokkomar hevrikiyê dikin.
Namzedên herî diyar Fuad Husên (namzedê PDKyê) û Nizar Amêdî (namzedê YNKyê) ne.
Ferhad Etrûşî got:
"Li ser namzedê Serokwezîriyê jî tu peyman nînin.
Ew posta herî girîng e di birêvebirina dewletê û pêvajoya siyasî de.
Mafê me ye ku em zanibin kî dibe namzed û nêrîna me li ser namzedkirina wî hebe."
Çarçoveya Hevahengiyê 24ê Kanûna Paşîn bi "piraniya dangan" Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî wekî namzedê Serokwezîriyê diyar kiribû.
Lê belê sê roj piştî wê biryarê, Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî namzediya wî derket.
Tê pêşbînîkirin ku beşek ji aliyên wê hevpeymaniyê ji bo guherandina namzedê xwe zextê bikin.
Li gorî destûrê, ji bo civîna taybet a hilbijartina Serokkomar divê du li ser sêya endamên Parlamentoya Îraqê (220 parlamenter) amade bin.