Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Mustefa Karasu, di bernameyek taybet a Medya Haber TV’yê de di derbarê vekişîna Gerîlayan ji Tirkiye û berpirsyariyên dewleta Tirk nirxandin kir.
Mustefa Karasu sedema biryara vekişandina gerîla ya ku 26ê mehê hatibû ragihandin wiha nirxand:
"Qismek hêzên me yên gerîla ji Bakur vekişiyan.
Me heta niha li ser perspektîfên Rêber Apo gelek gav avêtin
Bi rastî ev gav ji bo îradeya me ya ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi ser bixîne hate avêtin"
Di vî alî de ev pêvajo biryardarî û nêrîna me nîşan da
Me PKK'ê fesix kir û dawî li têkoşîna çekdarî anî
Bi vî awayekî me îradeya xwe careke din danî holê"
“Ji bo provakasyon dernekeve me hêzên xwe li herêmên hesas vekişand”
Karasu di berdewamiya nirxadinê xwe de daxuyakirin ku hin alî dixwazin provakasyonan derxînin da ku pêvajo xirabibe.
“ Li dijî me her cûre propagandayên reşkirinê têne kirin û bi provokasyonekê dikarin vê pêvajoyê jehrî bikin.
Bi vî awayî argûmanên xurt wê biketa destê dijberên pêvajoyê. Wê rewşeke wisa derketa holê.
Ji ber vê yekê me guncav dît ku hêzên gerîla yên li herêmên krîtîk û metirsiya pêvçûnê hene paşve bikşînin.
Me li gelek eyaletan herêmên krîtîk û metirsiya pevçûnê hene hêzên xwe yên gerîla paşve kişand. Ev yek nîşan da ku bê em çiqasî bi hesas nêzîkî pêvajoyê dibin.
Karasu: Êdî ne dema gotinê, dema kirinê ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê bang li desthilatê kir ku edî ne dema gotinê ye dema gavên şênber e.
"Desthilat her gav li benda gavên yekalî ye, ev yek fikar û teredûtan diafirîne. Di vî alî de, ne gotin kirin pêwîst e.
Karasu: Nêzîkatiya li hember Rêber Apo wê helwesta me diyar bike
Mustafa Karasû balkişand li ser mafê hêviyê Rêberê Gelê Kurd û got:
“Nêzîkatiya li hember Rêber Apo nêzîkatiya li hember gelê Kurd e. Heta ku rast nêzîkî Rêber Apo nebin, nikarin rast nêzîkî me bibin. Li cihê ku rast nêzîkî Rêber Apo nebin, em nikarin tiştekî zêde bikin. Ji ber vê yekê, nêzîkatiya li hember Rêber Apo wê helwest û sekna me diyar bike.”
Karasû di dawî de bang serokê komîsyonê kir ku xwe ji bûyîna saziyeke ku tenê diaxive derxe û bi erka xwe ya dîrokî rabe.