Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu, der barê zagona çarçove û ji ber nêzî 2 meh in hevdîtin bi Abdullah Ocalan re nayên kirin hin nirxandin kirin.
Nirxandina Mustafa Karasu bi vî rengî ye:
‘’Em tenê kurteberiya vê pêşnûmeyê hîn bûn. Yanî tevahiya wê nehat ber destê me. Lê, tiştên di hevdîtinê de hatin nîqaşkirin, di asteke diyar de gihişte me. Niha ev pêşnûme wê ji aliyê dewletê ve hatiba nirxandin, car din wê ji Rêbertî re hatiba şandin, em ê hatibana agahdarkirin, lê belê pirsgirêkeke wiha ya mezin heye ku ji 24’ê gulanê ve bi Rêbertî re hevdîtin nayê kirin. Gelo ma wiha dibe? Tenê ev rewş jî nîşan dide ku nêzîkatiyeke rast ji bo pêvajoyê nayê raberkirin.’’
Karasu, destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd tenê bi piştgiriya civakî, lihevkirina partiyên siyasî û pejirandina qanûnê ji hêla Abdullah Ocalan û tevgera wî ve dikare were çareserkirin û dubare kir ku pirsgirêk bi gotina "Min kir, qediya, qebûl bike yan neke" çareser nabe.
Tirkiyê bi NATO'yê dixwaze siyaseta xwe ya girkirinê bidomîne
Karasu da zanin ku dewlet ji rêzê nêzî pêvajoyê dibe û destnîşan kir ku heta tecrîda li ser Abdullah Ocalan ranebe, pêvajo nagihije encamê.
Têkildarî civîna NATO’yê jî Karasu wiha got:
"Tirkiyê hîn jî bi bazarkirina xwe, heta bi girêdana bi Amerîka û Îsraîlê re, hesab dike ka gelo dikare siyaseta xwe ya qirkirinê li dijî Kurdan bidomîne yan na.Tirkiyê hîn jî vê hesabê dike. Hîn jî hewl dide ku bi wergirtina piştgiriya derve pirsgirêkên xwe yên navxweyî çareser bike. Niha jî bi heman awayî li NATO`yê dinêre. Ev bi rastî ji bo Tirkiyê siyaseteke bêderketî ye‘’
Tayîp Temel: Pêvajo çiqas dirêj dibe ewqas dikeve xeteriyê
Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM partiyê Tayîp Temel jî, der barê geşedanên li Rojhilata Navîn û Tirkiyê de daxuyanî da rojnameyekê.
Daxûyaniya Temel bi vê rengî ye.