Îro li Kobanê 28 hezar xwendekaran karnemeyên xwe yên werza yekem wergirtin

Îro li bajarê Kobanê û gundewarên wê karnameyên werza yekem li 28 hezar xwendekaran hat belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Dibistanan a Kobanê, li Kobanê û gundewarên wê li 28 hezar xwendekaran karnameyên werza yekem belav kirin.

Karneme li 106 dibistanan li xwendekarên astên seretayî, navîn, amadehî û xwendekarên dibistanên pîşeyî hatin belavkirin.

Rêvebera dibistana Şehîd Seydo mamoste Narîn Mislim axivî û got ku ji ber rewşa herî dawî ya koçberiyê, gel neçar man li dibîstanan bi cih bibin.

Narîn Mislim got ku ev yek bû sedem ku xwendekar ji dibistanan dûr bikevin û belavkirina karnemeyan dereng bikeve.

Rêvebera dibistana Şehîd Seydo mamoste Narîn Mislim di dawiya axaftina xwe de got ku ew bi hêvîne ku rewşa koçberan çareser bibe da ku xwendekar li dibistan û xwendina xwe vegerin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye