Li Kobanê 2 malbat piştî 14 salan li hev hatin

Komîteya Lihevanînê û Rêveberiya Xweser a bajarê Kobanê du malbat piştî 14 salan ji pirsgirêkan li hev anîn. Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê Sîpan Hemo di merasîma lihevhatinê de amede bûn û ew salih li her du malbatan pîroz kirin. Her wiha wê sibê jî silha malbat gundê Aşmê li gundê Aşmê were lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya lihevanînê û Rêveberiya Xweser du malbatên ji gundê Cibnê û Aşmê ku ji 2012`an de ji ber pirsgirêkan heta niha 5 kes hatibûn kuştin, li hev anîn.

 

Komîteya Lihevanînê û Rêveberiya  Xweser a Kobanê ji bo lihevanîna her du malbatan li gundê Cibnê 6 kon vedan.

 

Di kon de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî, Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê Sîpan Hemo, hejmareke zêde ji gelên bajarê Kobanê, rûspî û şêxên ereb, nûnerên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan ên bajarê Kobanê û partiyên siyasî amade bûn.

 

Merasîma lihevanînê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî axivî.

 

Mazlûm Ebdî  wiha got:

 

 "Em vê silhê Ii her kesî pîroz dikin.

 

Em bi hêvî ne hemû kes li hevdu werin û aramî li herêmê pêk were.

 

Tevahî bûyerên ku çêbidin bi rêya silhê pêk bên û êdî bûyerên bi vî rengî pêk neyên.

 

Yeketiya civakan di van deman de ji her tiştî girîngtir e.

 

Armanca me ew e ku li derdora xwe yeketiyekê çêbikin ku li ser asta Sûriyê xebatekê bimeşînin."

 

Cîgirê Wezîrê Parastinê yê Hikumeta Veguhêz ya Sûriyê Sîpan Hemo jî diyar kir ku ji aştiyê xweştir tişt tune ye .

 

Sîpan Hemo wiha lê zêde kir:

 

"Di vê qonaxa niha de divê aramî û ewlehî pêk were û gelê me yekitiya xwe xurt bikin.

 

Em vê silha pîroz li her du malbatan û li gelê xwe pîroz dikin.

 

 Îro em vê rojê bi were re jiyan dikin em gelekî kêfxweş in."

 

Hevserokê Meclisa Rêveberiya Xweser a Kobanê Fehan Hec Îsa jî anî ziman ku ew gav bi gav ber bi çareseriya ve diçin û ev nirxandin kir:

 

 "Em dikarin hemû pirsgirêkan çareser bikin û va ye ku em gihiştin vê astê ku me dikaribû pirsgirêka her du malbatan çareser bikin û wan li hev bînin.

 

Ev in ên ku Kobanê temsîl dikin, em bi hêvî ne hemû malbat li hev werin ji bo ku gelê me di nava aramiyê de jiyan bikin."

 

Rêveberê Meclîsa Lihevanînê ya Kobanê Siltan Hemîdî jî diyar kir ku gelê Kobanê bi berxwedana xwe mohra xwe li dîrokê xist û va ye careke din Kobanê mohra xwe li dîrokê dixe.

 

Bi navê Ol û Bawerî ya bajarê Kobanê Hec Mihemed Qaso got ku ew bi hêvî ne êdî tu pirsgirêkên malbatan dernekevin û gel di nava aramiyê de bijîn.

 

Di dawiyê de Mehmûd Beşar ku yê ji malbata gundê Cibnê wesîqa silhê xwend.

 

Wê sibê jî silha malbat gundê Aşmê li gundê Aşmê were lidarxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye