Li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 13 kolber hatin kuştin; NY bang li Îranê kir ku êrişan rawestîne

Di dema ku rapora dawî ya Kolber Newsê eşkere dike ku di nava 6 mehan de 13 kolber li ser sînor hatine kuştin, pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî bang li rayedarên Îranê kirin ku dawî li kuştina derqanûnî ya kolberên Kurd û Sûxtberên Belûç bînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Binpêkirin û êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser sînorên Rojhilatê Kurdistanê berdewam dikin. Li gorî rapora ku ji aliyê Kolber Newsê ve hatî weşandin, di nava 6 mehan de herî kêm 20 kolber û kasibkarên Kurd li navçeyên sînorî bûne qurbanî. Ji van bûyeran 18 jê rasterast ji ber êrişên hêzên leşkerî yên Îranê pêk hatine, ku di encamê de 13 kolber hatin kuştin û 5 kolber jî bi giranî birîndar bûn. Di nava qurbaniyan de du ciwanên 18 salî yên bi navê Sîrwan Xweşnemek û Suheyl Firdewsî jî cih digirin. Her wiha rapor destnîşan dike ku li navçeya Şemzînanê jî du kolber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatine girtin û rastî êşkenceya fîzîkî û destdirêjiyê hatine.

Li aliyê din, rewşa dijwar a kolberan û Sûxtberan ket rojeva navneteweyî. Çar pisporên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyeke hevpar bang li rayedarên Îranê kirin ku bikaranîna hêza kujer a li dijî kolberên Kurd û Sûxtberên Belûç rawestînin. Pisporên NY diyar kirin ku ev kuştin derqanûnî ne û daxwaza lêkolîneke serbixwe, bilez û bêalî ji bo her mirineke ku ji aliyê hêzên ewlehiyê ve pêk tê kirin.

Pisporên NY bal kişandin ser wê yekê ku kolber û sûxtbar di nava civakên herî xizan û marjînal ên Îranê de ne, ku ji bo debara malbatên xwe neçar in kelûmel û sotemeniyê li ser sînoran veguhêzin.

Pisporan destnîşan kirin ku hejarî û nebûna derfetên kar nabe ku bibe sedema xistina bin rîskê ya jiyana mirovan. Her wiha pisporan tekez kirin ku eger gumanên binpêkirina qanûnên gumrikê jî hebin, ev yek bikaranîna çekan û hêza kujer rewa nake.

Li gorî daneyên ku gihîştine ber destê pisporan, ji destpêka sala 2026'an û vir ve bi dehan kolberên Kurd û Sûxtberên Belûç di encama gulebaran û şopandina hêzên leşkerî yên Îranê de jiyana xwe ji dest dane.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye