Nexweşiya Talasîmya Nexweşiyek xwînê ye ku ji dayîk û bav derbasî zarokan dibe.
Ji ber kêmbûn an jî nebûna hemoglobînê ya di xwînê de çêdibe û dibe sedema nexweşiyê.
"Li cîhanê 1 milyon û 300 hezar nexweş hatine tespîtkirin"
Li gorî daneyên Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê (WHO), ji sedê 5.2’yê cîhanê taybetmendiyên vê nexweşiyê hildigirin.
Di sala 2021’ê de li tevayî cîhanê zêdetirî 1 milyon 300 hezar nexweş hatine tespîtkirin.
Ev nexweşî herî zêde li herêmên Derya Spî, Efrîka, bakur rojhilatê Asyayê û Rojhilata Navîn tê dîtin.
Rêbazên tedawiyê “veguhestina xwînê û Chelation Iron (daxistina hesin), neqla mejiyê hestî (dohnê di nava hestî de).
Di heman demê de ji bo pêşî lê bê girtin jî, ji beriya jin û mêr bizewicin û zarokan çêbikin, divê tehlîlên(test) ji bo vê nexweşiyê çêbikin.
Kesên ku tedawiya veguhestina xwînê dibînin, heta dawiya temenê xwe xwîna nû digirin.
Xoşrîd: Divê herkes xwînê bide
Odeyek ji bo girtina xwînê heye û şêniyên bi dilxwazî xwînê didin li wir tên pêşwazîkirin.
Şêniyê bi navê Mihemed Xoşrîd ku bi dilxwazî xwîn dida, wiha got: “Divê herkes alîkariyê bi Heyva Sor re bike.
Rewşek mirovî ye, divê em herkes pê re alîkar bin. Dema em alîkariyê bi zarokên nexweş re dikin, em jî moral digirin.”
"Li Labaratuwarê xwîna ji şêniyan tê girtin tê tehlîl kirin"
Hemşîre Şerîfa Selman Xelef diyar dike ku xwîna paqij ji nexweşên Talasîmyayê re pêwîst.
Ew jî tehlîlên iltihaba xwînê, HÎV û nexweşiyên din çêdikin. Piştî wê kom dikin û didin nexweşên pêwîstiya wê/wî pê heyî.
Dema pêngavên xwîndayînê tên destpêkirin gelek kes xwînê didin, lê piştî wê kesên xwînê didin kêm dibe.