Têkildarî mijarê Endamê Yekîtiya Rewşenbîran a Kantona Cizîrê Mihemed Beşîr diyar kir ku rêya çareseriya siyasî û civakî ya mayînde ji welatekî pir netew û mezheb tê de hene wekî Sûriyeyê, nenavendîbûne û got:
"Bûyerên li Perava Sûriyeyê, herêmên Durziyan û herêmên din îspata pewîstiya navedîbûyînê ye.
Dermanê çareseriya aloziya Sûriyeyê sîstema nenavendî ye. Mafê hemû pêkhateyan nas bike û her kesî beşdarî kar û barê dewleta yekbûyî bike."
Mihemed Beşîr da zanîn ku piraniya dewletên pêşketî yên cîhanê bi sîstema nenavendî têne rêvebirin û got:
"Di ezmûna wan welatan de diyar dibe ku sîstema nenavendî aramiya siyasî, aborî û civakî ya mayînde pêk tîne."