Li Îranê bi hinceta sûcên cûda ji alîyê Hêzên Îranê ve gelek kes tên darvekirin û binçavkirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê diyar kir ku rejîma Îranê di 9-10`ê mijdara 2025`an de 8 kes darve kirin.
Girtiyên ku hatine darvekirin nasnameya wan wiha ye:
Ebdulkerîm Sasûlî, Nurhoda Ahmedî, Cewad Naîmî, Mihemed Gouderzî, Mehdî Hûseynî, Arzhang Nebavî, Hasan Hacîzade û Ferid Emamî.
Hêzên Îranê du welatiyên kurd girtin
Hemwextê darvekirinan, li Îran û Rojhilatê Kurdistên binçavkirin û girtin jî dewam dikin.
Hêzên Wezareta Îtlaatê yên Komara Îslamî ya Îranê di 10`ê Mijdara 2025`an welatiyên Kurd ên ji bajarê Kamyaranê Mihemed Deştî û Ramîn Mihemedî girtin.
Piştî ku Hêzên Wezareta Îtlaatê Mihemed Deştî û Ramîn Mihemedî girtin, ew birin navendeke girtinê ya girêdayî Wezareta Îtlaatê ya Komara Îslamî ya Îranê li Senayê.
Li gorî rapora ku gihîştiye destê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, hejmara girtiyên li Kamyaranê di demên dawî de gihan du kesan.
Rojnameger Elaha Khosrawî Yegane ji bo îfadeyê bang kirin
Dîsa her diçe li dijî jinan jî polîtîkayên zextê û gef xwarinê ji aliyê rejîma Îranê ve zêdetir dibin.
Di rêzeçalakiyên gef xwarin û binçavkirinê de, rojnameger Elaha Khosrawî Yegane ji aliyê hêzên Îranê ve ji bo îfadeyê hate bangkirin û hate lêpirsînkirin.
Elaha Khosrawî Yegane li ser hesabê xwe yê X’ê de ragihand ku hêzên ewlehiyê gefa ku hesabê xwe yê medyaya dijîtal bigre lê xwarin.
Derbarê sedemê bangkirina Rojnameger Elaha Khosrawî Yegane ya ji bo îfadeyê, heta niha tiştek nehate zanîn.
Li Îranê ji ber teqîna mayînê lingê kolberekî kurd jê bû
Li aliyê din jî li ser sînorê bajarokê Newsûdê yê parêzgeha Kirmaşanê di 10`ê mijdarê de, di encama teqîna mayînekê de kolberekî kurd lingê xwe jê bû.
Kolberê birîndar Îbrahîm Ebdullahî (40) salî ye, xelkê Ciwanro yê ser bi bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê ve ye.
Li gorî agahiyan lingê Îbrahîm Ebdullahî ji çokê jêrde qut bûye û niha rewşa wî giran e.