Li Qibrisê rêvêberên "YE" ji bo gotûbêjkirina şerê li Ûkrayna û krîza li Rojhilata Navîn, di civîneke nefermî de civiyan.
Serokê hikûmeta demkî ya Sûriyê Ehmed Şera, her wiha serokên Urdun, Misir û Libnanê beşdarî lûtkeyê bûn.
Rojeva sereke ya lûtkeyê, ku li navenda konferansê ya Filoksenia li Nîkosyayê pêk hat, dorpêça li ser Tengava Hurmizê, bilindbûna bihayên enerjiyê û mîmariya ewlehiya herêmî bû.
Piştî civînê serokê Qibrisê Nikos Christodoulides di civîneke çapemeniyê de bal kişand ser rageşiya li herêmê û got:
"Divê xweragirtin di ser rageşiyê re be, divê dîplomasî li pêş bimîne, tekane rêya avakirina aramiyê, diyalog e."
Christodoulides tekez kir ku YE hebûna xwe li herêmê xurt dike.
Serokê Konseya Ewropayê Antonio Costa jî derbarê dorpêça li ser Tengava Hurmuzê de, ku aboriya cîhanî dihejîne, peyamek tund şand.
Costa diyar kir ku divê tengav tavilê bê sînorkirin û bê "pereyên transîtê" (bac) were vekirin.
Costa behsa rewşa Lubnanê kir û got, "Hizbullah ji bo Lubnanê gefek hebûnî ye û çavkaniya bêaramiya herêmî ye."
Ji aliyê xwe ve Seroka Komîsyona Ewropî Ursula von der-Leyen îdia kir ku agirbestên demkî têrê nakin û got:
"Armanca me ya hevpar aştiyek mayînde ye ku derbasbûna azad di Tengava Hurmuzê re garantî dike.
Divê rêz li yekparçebûna axa Lubnanê were girtin. Em ne tenê di rêveberiya krîzê
de, lê di pêşerojê de jî hevkarên Rojhilata Navîn in."
ŞERA: EWLEHIYA EWROPA Û ROJHILATA NAVÎN JI HEV NAYÊN VEQETANDIN
Di civînê de Serokê Hikumeta Veguhêz ya Sûriye Ehmed Şera axivî û tekez kir ku ewlehiya Ewropa û Rojhilata Navîn ji hev nayên veqetandin.
Şera diyar kir, Ewropa hewceyî Sûriyeyê ye û Sûriye jî hewceyî Ewropayê ye û bang li civaka navneteweyî kir ku li dijî êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Sûriyê tedbîran bigirin.
Serokkomarê Lubnanê Joseph Aoun jî, dema ku bal kişand ser bedelên mirovî yên giran ên ku welatê wî daye, diyar kir ku Lubnan xwe wekî aliyekî di şer de nabîne û dixwaze balê bikişîne ser entegrasyona aborî.