Çavkaniyên xwecihî ji Derayê ji televîzyona Erebiyê re diyar kirin ku li ser rêya Dera-Şamê, bi taybet li komelgeha Xezalî dengê teqînan li pey hev hat bihîstin.
Li gorî ajansa SANAˊyê ya girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, di encama van teqînan de hejmarek ji qurbaniyan çêbûne.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî got, dibe ku dengên ku hatine bihîstin ji ber teqîna depoyên çekan be.