Ehmed Şera berî niha di 11'ê nîsana 2025'an de beşdarî gera çaremîn a forumê bûbû, û di wê demê de bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fidan re civiya bû.
Her wiha Serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di wê demê de hejmarek ji hevdîtinan bi serok û berpirsên beşdarên Forumê re pêk anîbûn.
Biryar e ku beşdarên Forumê sibe bi serpereştiya Serokê Tirkiyê Erdogan û bi amadekarî û organîzekirina Wezareta Karên Derve bi hev re rûnin.
Tê çaverêkirin ku di çarçoveya Forumê de zêdetirî 40 çalakî û rûniştin dê bên lidarxistin.
Di nav de rûniştinên ji bo rêberan jî hene, ku dê gelek mijar werin nîqaşkirin.