Serokê Koma CHP'ê yê hilbijartî Ozgur Ozel der heqê rojevên heyî de hin nirxandin kirin û ji bo pirsên muzakerayê bi Kemal Kiliçdaroglu re ev tişt anîn ziman:
"Mixabin, kenala dan û standinê qet venebû.
Ev êdî ne meseleyeke navxweyî ya partiyê ye, lê meseleyeke demokrasiyê ya Tirkiyê ye."
Ozgur Ozel wiha bang li Kiliçdaroglu kir:
Serdana xwe paşve bikişîne û kongreyê kom bike.
Banga me ji bo Kiliçdaroglu ew e ku serdanên xwe yên ji bo Dadgeha Bilind betal bike û yekser kongreyê kom bike.
Ji bo ku Kongreyê kom bibe, em ê hemû rê û rêbazan bi kar bînin.
Ozel: Erdogan şaşiya herî mezin a jiyana xwe ya siyasî kir
Serokkomarê Tirkiyê Erdogan der barê biryara betalkirinê de ev gotibû:
"Em beşdarî ti beşeke vê yekê nebûn"
Ozel li ser daxuyaniya Erdogan ev nirxandin kir:
"Ez ê matmayî nemînim heke Erdogan sibe derkeve û bibêje, 'ez hatim xapandin.'
Ez difikirim ku ew ber bi biryareke şaş ve hat birin û bi gotina 'erê' ji biryara betalkirinê re, wî şaşiya herî mezin a jiyana xwe ya siyasî kir û xeteriyeke mezin girt ser xwe.
Lê ez dixwazim hûn her du hevokên wî bînin kêleka hev.
Hevoka yekem: 'Tirkiye dê di demeke nêzîk de bibe xwedî muxalefeta sereke ya ku heq dike. Xeman nexwin.'
Ya duyem: 'Em ne di ti beşeke vê bûyerê de ne.'
Ozgur Ozel: Lîste hestekî bêhêvîtiyê dide mirov
Rêveberiya Kiliçdaroglu MYK'a nû ya CHP'ê eşkere kir.
Ozgur Ozel Komîteya Rêveberiya Navendî ya 18 endaman a ku ji hêla Kılıçdaroglu ve hat ragihandin, wiha nirxand:
"Min bihîst ku çar an pênc hevkarên min ev meqam qebûl nekirine. Wan helwesteke dîrokî nîşan daye.
Lîste hestekî bêhêvîtiyê dide mirov.
Heke hûn bibêjin 'heft kes ji bo partiyê bes in' û dûvre 18 kesan ragihînin, ev tê wê wateyê ku 12 parçe hene û dibe ku bihejin."
YSK serdana Ozgur Ozel a ji bo betalkirina biryara butlanê red kir
Ji aliyekî din, di 21’ê gulanê de ji bo betakirina biryara Butlana Mutlaq serokê hilbijartî yê CHP’ê Ozgur Ozel û rêveberiya wî serdana Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) ya Tirkiyê kir.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê îro bersiva serdanê da.
Lijneya Bilind a Hilbijartinê îtîraza CHP’ê ya li dijî biryara Betalkirina Mutleq red kir û got:
''Ne erka Lijneya Bilind a Hilbijartinê ye ku diyar bike ka îdia rast in yan na.''
Lijneya Bilind eşkere kir ku desteya îtîrazê Dadgeha Bilind e û mafekî wan ê şopandina kongreyeke pêkhatî tune ye.