Wezareta Xezîneyê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê diyar kir ku ev keştiyên petrol û berhemên petrolê yên Îranê bi binpêkirina eşkere ya cizayên li ser Tehranê hatine ferzkirin, hinarde dikin.
Wezaretê da zanîn ku ev nêzîkatî cezayên DYA'yê binpê dikin an hewl didin ku wan derbas bikin.
Di dema duyemîn a serokatiya Trump de, di 100 rojên wî yên pêşîn de, 17 dewreyên cezayan li ser Îranê hatin sepandin, ku 40 kes, 117 şîrket û sazî û 77 tankerên petrolê hedef girtin.