Ehmed Şera di dezgeha ewlekariyê de hin erkdarkirinên nû pêk anîn

Serokê hikûmeta Veguhêz a Sûriyê, Ehmed Şera, çend karmend di erkên nû yên ewlehiyê de erkdar kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA, serokê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê Ehmed Şera rêzebiryar derxistin ku di wan de hin kes ji bo erkên ewlehiyê werin erkdarkirin.

Di nav de erkên di Buroya Ewlekariya Neteweyî, Wezareta Karên Hundir û Rêveberiya Îstîxbarata Giştî de jî hene.

Li gorî fermanan, Enes Xetab wekî Rêveberê Buroya Ewlekariya Neteweyî hat erkdarkirin, di heman demê de posta xwe ya wekî Wezîrê Karên Hundir parast.

Her wiha Hisên Selame wekî Cîgirê Rêveberê Buroya Ewlekariya Neteweyî û Mulhim Şentût wekî Cîgirê Wezîrê Karên Hundir ji bo Karûbarên Ewlekariyê hatin erkdarkirin.

Ebdulqadir Tahan weke serokê Rêveberiya Îstîxbarata Giştî hat erkdarkirin û Hisên Selame derbasî posta xwe ya nû li Buroya Ewlekariya Neteweyî bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye