Konseya Hevkariya Kendavê: Îran sûcên şer dike

Konseya Hevkariya Kendavê, ragihand ku êrîşên Îranê yên li ser Kuweyt, Behreyn û Urdunê sûcên şer in.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Konseya Hevkariya Kendavê, piştrast kir ku kiryarên Îranê bilindbûneke pir xeternak in.

Dewletên Konseya Hevkariya Kendavê, îro bi daxuyaniyekê piştrast kirin ku armanckirina binesazî û dezgehên sivîl ên li Behreyn, Kuweyt û Urdunê ji hêla Îranê ve, bilindbûneke pir xeternak e.

Sekreterê Giştî yê Konseya Hevkariya Kendavê Casim Bideywî, êrîşên dijminane yên Îranê yên li ser Behreyn, Kuweyt û Urdunê, bi tundî şermezar kirin.

Casim Bideywî destnîşan kir ku kiryarên Îranê binpêkirineke giran a qanûna navneteweyî û Peymana NY pêk tînin ku digihîje sûcên şer.

Bideywî tekez kir ku ji bo sûcên şer ên ku ji hêla Îranê ve pêk tên, berpirsyariya navneteweyî pêwîst e. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye