Trafîka keştiyan li tengava Hurmizê hema bêje rawestiyaye

Daneyên ji Kepler nîşan didin ku trafîka keştiyên bazirganiyê li Tengava Hurmizê piştî êrîşên li ser keştiyan, gelekî kêm bûye û hema bêje rawestiyaye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî Reutersê, tenê pênc keştiyên ku kelûpel hildigirtin roja şemiyê di tengavê re derbas bûne.

Her wiha ji roja yekşemê 16ê tebaxê ve ti derbasbûn nehatine tomarkirin.

Hejmara keştiyên ku di dawiya hefteya borî de derbas bûnbûn 31 keştî bûn.

Berî şerê Amerîka û Îsraîlê yê li dijî dewleta Îranê di adarê de, rojane zêdetirî 130 keştiyî ji Tengava Hurmizê derbas dibûn.

Ango pêncyek ji barkirinên petrola xav û gaza xwezayî ya şilekirî ya cîhanê bi vê rêyê dihat veguhestin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî, berê ragihandibû ku ji nû ve destpêkirina barkirinê, bi pejirandina şertên Îranê yên der barê Tengava Hurmizê de, ji hêla Amerîkayê ve, girêdayî ye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye