Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand dronên Îranê nivîsgeha wî ya taybet û mala Serokê Dezgeha Ewlehî û Îstîxbaratê (Ajansa Parastinê) kirine armanc û vê êrîşê weke rûdaneke xeternak pênase kir.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî êrîşê daxuyanî da û got:
''Piştî lêkolîna Dijeterora Kurdistanê, derket holê ku îro nivîsgeha min a taybet û mala Serokê Dezgeha Ewlehî û Îstîxbaratê bi êrîşa dronên Îranî hatine armancgirtin.'
Ev geşedaneke xeternak û gefeke rasterast e li ser ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê."
Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de tekez dike ku ev cure êrîş li ser vîna wan nabe xwedî bandor û dibêje:
"Ev êrîş me ji bicihanîna erkên me û parastina hemwelatiyên me nadin sekinandin."
''Dron ji aliyê sînorê Îranê ve ber bi pirmamê ve hatine avêtin''
Dijeterora Kurdistanê jî der barê êrîşê de ev agahî da:
Berbanga roja duşema 17'ê Tebaxa 2026'an, di saet 00:28'an de, du dronên bombekirî yên ji cureya 'Hedîd-110' ji aliyê sînorê Îranê ve ber bi baregeha nivîsgeha taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û cihê mayîna Rêveberê Ajansa Parastinê li qezaya Pirmam a parêzgeha Hewlêrê ve hatin avêtin.
Lê xweşbextane ti ziyaneke canî çênebû.
Em van êrîş û destdirêjiyan bi tundtirîn şêwe şermezar dikin û bi ti awayekî nayên qebûlkirin.''
''Hedîd-110 drona herî bilez a Îranî ye, leza wê digihîje 510 km/saet û motora wê ji cureya torbo ye.
Dron dikare di bilindahiya heta 9 kîlometreyan de heta saetekê bifire û 350 kîlometreyan dûr biçe.
Her wiha, 30 kg teqemenî hildigire û ji bo wê yekê hatiye çêkirin''
Di 28'ê adara îsal de bi dronan êrîşî maleke serokê herêmê hat kirin
Di 28'ê Adara îsal de jî bi dronan êrîşî maleke Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî li Dihokê hatibû kirin.
Rojek piştî wê baregeha Mesûd Barzanî ragihand ku ji dema destpêkirina şerê Îranê yê bi Amerîka û Îsraîlê re, pênc caran êrîşî baregehên Mesûd Barzanî, Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), hatiye kirin.
Lê belê wî bêdengî hilbijartiye, da ku nîgeranî di nav hemwelatiyan de çênebe.