Şoreşa Rojavayê Kurdistanê 14 sal li pey xwe hişt

Li Sûriyê taybet li Rojavayê Kurdistanê 19'ê Tîrmeha sala 2012'an roja destpêkirina şoreşekê bû. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ku belavî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 14 sal li pey xwe hişt. Di nava wê şoreşê de, Rêveberiya Xweser, MSD'ê, QSD'ê û gelek sazî ava bûn û zimanên pêkhateyan ku berê hem qedexekirî hem jî paşguhkirî bûn, di perwerdeyê de hatin bikaranîn û zanîngeh û peymangeh hatin vekirin. Piştî hilweşîna rêjîma Baas û reva serokê wê Beşar Esed, niha pêvajoya entegrasyonê birêve diçe. Ji 29'ê Çileya 2026'an de kar û xebatên entegrekrina saziyên Rêveberiya Xweser bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re tên kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Sûriyê bi giştî ji serdemên rêjîma Baas û rêjîmên beriya wê jî, ji ber rewşa jiyanî, siyasî ya girêdayî yek partî û yek netewe û paşguhkirina rengîniya neteweyan, xelk bêzar bûn.

Sala 2011'an ev rewş li gel xelkê gihişt lûtkeyê û rabûna gelê Sûriyê dest pê kir.

Wê demê rêjîma Beşar Esed bi tevahî hêza xwe hewil da dengê gel û daxwazên wan qut bike û kursiya xwe jî biparêze.

Beriya 14 salan, taybet 19'ê tîrmeha 2012'an şoreşekê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir.

Çirûska wê şoreşê jî ji bajarê Kobanê dest pê kir û li tevahî bajarên Rojavayê Kurdistanê belav bû.

Bi daxwaza mafê pêkhateyan û xwerêvibirina edlane li herêmê di sala 2014'an de 3 rêveberiyên xweser li herêmên Efrîn, Kobanê û Cizîrê hatin avakirin.

Li pey wê û ji ber pêwîstiya van rêveberiyan bi sîwan û lêvegereke siyasî sala 2015'an Meclisa Sûriya Demokratîk MSD'ê hat avakirin.

Wê demê DAIŞ belav bibû û ji ber jidestdana hêzê, rêjîma Baas'ê herêm bêyî parastin hiştibû, li herêmê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD'ê hat avakirin.

QSD'ê herêmên berfireh ên li rojhilatê Sûriyê ji DAIŞê paqij kir.

Her herêmek ji Sûriyê dihat rizgarkirin, rêveberiya wê ya sivîl dihat avakirin û di bin sîwana Rêveberiya Xweser de dihat birêvebirin.

Meclisên sivîl û leşkerî yên Reqa, Tebqa û Dêra Zorê jî hatin avakirin.

Sala 2018'an û ji ber berfirehiya qada herêmên rizgarkirî, êdî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.

Di nava wan salên şoreşê de zimanê pêkhateyên li herêmê jiyan dikin bûn zimanê perwerdeyê.

Zimanên Kurdî li gel zimanê Erebî jî bû zimanekî fermî û li gel wê jî zimanê Suryanî jî bû fermî.

Her wiha zanîngeh û akademî jî li wan herêman li gorî taybetmrndiyên wan hatin vekirin.

Di 8'ê Kanûna sala 2024'an de desthilata Baas bi dawî hat û Beşar Esed ji Sûriyê hat derxistin.

Fermandarê giştî yê QSD'ê Mazlûm Ebdî li gel Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi serokatiya Ehmed Şera di 10'ê Adara 2025'an de peymanek ji 10 xalan îmze kir.

Li pey wê û di 29'ê Çileya 2026'an de ji bo entegrekirina saziyên Rêveberiya Xweser bi Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê re jî peymanek hat îmzekirin.

Heta niha li Sûriyê destûr û makezagon tune ye, bi tenê di cihê destûrê de, Danezana Destûrî heye, ew jî demkî ye dema wê jî 5 sal in, ji wan 5 salan nêzî 2 salan derbas bûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye