Li Kobanê amadekariya merasîma şehîd Ziyad tê kirin

Girseyeke mezin a şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên merasîma cenazeyê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb şehîd Ziyad Heleb û şervanên QSD’ê Malik û Birûsk dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Girseyeke mezin a pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo beşdarî merasîma fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb şehîd Ziyad Heleb (Ziyad Qedûr) ku 10’ê Çileyê di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûbû, berê xwe didin Pakrewangeha Şehîd Dîcle.

Di merasîmê de dê nasnameyên endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Heleb Gerîla Amara û Leyla Qasim ên ku di berxwedana Şêxmeqsûdê de şehîd bûne, dê werin ragihandin. Her wiha dê cenazeyên şervanên Hêzên Komandos ên QSD’ê Malik û Birûsk Muxaric ên ku li Kobanê şehîd bûne, werin veşartin.

Berpirsên Rêveberiya Xweser, şervan û fermandarên QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan, saziyên olî, civakî, hunerî û çandî, şêx û rûspiyên eşîran dê beşdarî merasîmê bibin.

Cenazeyên şehîdan dê ji Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan ber bi Pakrewangeha Şehîd Dîcle ve werin veguhastin û dê saet di 12.00’an de merasîm dest pê bike.

Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a kantona Firatê ji bo şehîdan şîn ragihand û banga tevlêbûna merasîmê kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye