Edîtorê rojnameya Yenî Yaşamê Ahmet Guneş li ser hesabê xwe yê Xê, nûçeyên derbarê êrîşên li ser Rojavayê Kurdistanê de parve kiribûn.
Midûriyeta Polîsan a Stenbolê, ji ber parvekirina van agahiyan gazî wî kir û îfadeya wî girt.
Ahmet Guneş di îfadeya xwe de diyar kir ku parvekirinên wî di çarçoveya xebatên rojnamevaniyê de ne.
Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin.
DFG rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha nîsanê eşkere kir
Komeleya Rojnamevanan a Dicle Firatê rapora binpêkirina mafên rojnamevanan a meha Nîsanê eşkere kir.
Li gorî daneyên Komeleyê, binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamevanan di meha Nîsanê de, bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam kiriye.
Her wiha zextên li ser mafê jiyanê, ewlehî, azadiya derbirînê û xebaên pîşeyî yên rojnamevanan, di vê mehê de jî tabloyeke giran derxistiye holê.
Komeleyê diyar kir ku 2 organên weşanê bi êrîş an jî astengiyan re rû bi bû mane, bi ser malên 3 rojnamevanan de hatiye girtin, 3 rojnamevan hatine binçavkirin û rojnamevanek hatiye girtin.
Her wiha di meha Gulanê de jî heta niha derbarê 9 rojnamevanan de lêpirsîn hatiye destpêkirin û derbarê 4 rojnamevanan de doz hatiye vekirin.
Li 10 rojnamevanan bi giştî 17 sal û 8 meh û 28 roj cezayê girtîgehê hatiye birîn.
Di 35 dosyayan de jî, darizandin berdewam dike.
Heta roja 3`ê Gulana 2026`an, hejmara rojnamevanên girtî li Tirkiyê 31 e.
Her wekî li ser sazî û organên medyayê jî, astengkirin berdewam dike.
Ji aliyê RTUK ve derbarê 13 weşanan de, ceza hatin birîn, bernameyek hat rawestandin û bi rêjeyên cuda cezayên pereyan li kenalan hatin birîn.
Di qada înternet û medyaya dîjîtal de jî, xwegihandina 29 nûçe û 18 naverokên medyaya civakî hat astengkirin.
Bi giştî, daneyên Gulana 2026`an radixin ber çavan ku rojnamevan di warê ewlehiya fizîkî û xebatên pîşeyî de di bin rîskên mezin de ne.