Artêşa Amerîkayê: Me keştiyek hedef girt û du kes hatin kuştin

Artêşa Amerîkayê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku wan li Deryaya Karayîbê keştiyek hedef girt. Di encamê de 2 kes hatin kuştin. Kesên ku hatin kuştin jî wekî 'Terorîstên ku bi bazirganiya madeyên hişber ve girêdayî ne' hatin pênasekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fermandariya Başûr a DYA'yê jî, der barê mijarê de daxuyaniyek li ser X'ê parve kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Operasyon li ser bingeha agahiyên îstîxbaratê, bi fermana fermandarê wê General Francis Donovan û Koma Peywirê ya Hevbeş "Southern Spear" ve hat pêkanîn."

Her wiha hate destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya têkoşîna li dijî torên bazirganên madeyên hişber de hatiye kirin, û tu zirar negihîştin hêzên operasyonê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye