Li Rûsya 2 hezar leşkerên Koreya Bakur, hatine kuştin

Îstixbarata Koreya Başûr (NIS), ragihand ku nêzî 2 hezar leşkerên Koreya Bakur, li Rûsya hatine kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

NIS, eşkere kir ku Koreya Bakur, ew leşker şandibûn Rûsyayê, da ku li dijî Ûkraynayê şer bikin.

Servîsa Îstîxbarata Neteweyî ya Koreya Başûr, di rûniştineke girtî ya parlemanê de, diyar kir ku Pyongyang xwe amade dike ku di dema pêş de, 6 hezar leşkerên din jî bişîne.

Heya niha jî, ji 6 hezaran, hezar leşker gihîştiye Rûsya.

NIS, texmîn dike ku ji 15 hezar leşkerên hatine şandin, nêzîkî %13 hatine kuştin û tenê di meha Nîsanê de, 600 leşker hatine kuştin.

Li gorî agahiyan, Koreya Bakur topên hawanê, mûşek, pergalên mûşekan û her wiha personelên leşkerî, pêşkêşî Rûsyayê kiriye.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24