Duh, Komeke çekdar, êrîşî gundê Bozîkê ya girêdayî navçeya Cindirêsê ya Efrînê kir.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê ragihand ku êvara yekşemê, komeke ji kesên rûpoş ên ji Erebên hawirde, bi navê Hêzên Ewlehiya Giştî û bi hinceta lêgerîna li kesên ku tên xwestin, bi ser malên gundiyan de, girtin.
Çavkaniyan diyar kirin ku ji ber êrîşan, gundî neçar man ku ji malên xwe derkevin.
Çavkaniyan eşkere kirin ku piştî çekdar ji gund derketin û gundî vegeriyan malên xwe, wan dît ku malên wan hatine talankirin, zêr, pere û gelek kelûpelên wan jî, hatine dizîn.
Hêzên Ewlehiya Giştî yên Hikûmeta Şamê, ragihandin ku ew çekdar ne girêdayî Wezareta Karên Navxwe ne.