Çalakvanan, li taxa Til Hecer bi dirûşmeyan dorpêça li ser parêzgeha Siwêdayê şermezarkirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku korîdoreke mirovî di navbera Hesekê û Siwêdayê de vekin.
Çalakvanê sivîl Diya El Ebdullah ê ji bajarê Siwêdayê, diyar kir ku şêniyên Siwêdayê ev 14 sal qadên şer terk nekirine.
Diya El Ebdullah meydana Dêra Asûrî li Hesekê şiband meydana rûmetê ya li Siwêdayê.
El Ebdullah eşker kir ku gundê wî ji aliyê çekdarên hikûmeta demikî a Sûriyeyê ve hatiye şewitandin û gel mecbûrê koçberiyê hate kirin.
Piştî axaftinan çalakî bi dirûşmeya şermezarkirina komkujiyan, şikandina dorpêçê bi dawî bû.