Pênc partiyên siyasî yên li Rojhilatê Kurdistanê di 22'yê Adarê de, civînek hevbeş li dar xistin û tê de avakirina "Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê" ragihandin.
Van partiyan ragihand ku wan hevpeymaniyek ava kirine, da ku "hebûna xwe di rewşa siyasî ya heyî de li Îranê xurt bikin" .
Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşan a Rojhilatê Kurdistanê jî bi serokatiya Sekreterê Giştî Abdullah Muhtedî tevlîbûna xwe li Hevpeymanê ragihand.
Abdullah Muhtedî tevlîbûna partiya xwe wekî "nûçeyek dilxweşker ji bo hemû kesên ku ji bo yekîtiyeke siyasî ya mezin û demokrasiyê li Îranê têdikoşin" bi nav kir.
'Êrîş nîşana tirsa mezin ji tevgera mafên Kurdan li îranê ye'
Piştî ragihandina hevpeymaniyê û destpêkirina êrîşa Îsraîl-Amerîka li ser rejîma Îranê, Îran êrîşî baregehên partiyên Kurdî yên li Herêma Başûrê Kurdistanê dike.
"Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê" derbarê êrîşên Îranê yên li ser baregehên partiyên siyasî de daxuyaniyek weşand.
Hevpeymanê diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê bi berdewamî baregehên hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bi mûşek û balafirên bêmirov armanc dike.
Di encama van êrîşan de Pêşmergeyê Partiya Azadiya Kurdistan (PAK) Celal Reşîdî jiyana xwe ji dest da.
Di heman demê de çend Pêşmergeyên din ên PAK’ê, Partiya Demokrat û Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistan birîndar bûn.
Hevpeymaniyê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbata Şehîd Celal Reşîdî û Partiya Azadiya Kurdistanê re xwest.
Her wiha tekez kir ku ev êrîş nîşana tirsa mezin ji tevgera mafên Kurdan li Îranê ye û got:
"Îradeya me ya ji bo hilweşandina Komara Îslamî ya Îranê û rizgarkirina Kurdistanê xurtir dibe."
Şanaz Îbrahîm: Kurd nabe bibin amûr di destê tu kesî de
Li aliyekî din jî Endama Ofîsa Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed derbarê rewşa herêmê û şerê li Îranê de axivî.
Şanaz Îbrahîm Ehmed da zanîn ku şerê tê meşandin, ji bo Kurdan pir dijware û got:
"Ne gengaz e ku Kurd ji îro û pê de bibin amûrek di destê hêzên mezin ên cîhanê de.
Divê gelê Kurd nebe amûrek di nakokiyên hêzên mezin û bang li wan kir ku “dev ji Kurdan berdin."
Şanaz Îbrahîm Ehmed bal kişand ser salvegera Raperîna Başûrê Kurdistanê jî û wiha got:
"Em wan rojên serhildanê bi bîr tînin û em ji bîr nakin ku me çi ders jê girt."
"Pêwîst e Kurd yekîtiya xwe ya neteweyî ava bikin"
Di heman çarçoveyê de, Endamê Serkirdayetiya Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê Şiwan Mihemed jî da diyarkirin ku her guhertinek li Îranê rû bide, wê di berjewendiya Kurdan de be:
"Rejîma Îranê rê nade Kurdan ku nefesa xwe bistînin. Ger Kurd yekgirtî bin, wê destkeftiyên zêdetir bi dest bixin.”
Şiwan Mihemed herî dawî tekez kir ku ji bo Kurd careke din di nav agirê şer de neşewitin, pêwîst e yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.