Krîza avdanê li Mêrdînê: Milyonek donim erd bê av e

Kanala Avdanê ya Sereke ya GAP'ê li Mêrdînê, ku heşt roj berê hatibû sererastkirin, careke din hatiye qutkirin. Hilberîner li hember rewşê bertek nîşan dan û destnîşan kirin ku bi qasî milyonek berecot erdê çandiniyê bê av maye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komeleya Bazirganên Genim a Qoserê li ser Kanala Avdanê ya Sereke ya GAP'ê, ku avê dide Mêrdînê, daxuyaniyek da. 

Serokê Komeleyê Mehmet Şerîf Oter diyar kir ku ava ku di 30'ê hezîranê de ji Bendava Ataturkê hatibû berdan piştî heşt rojan hatiye qutkirin.

Oter destnîşan kir ku bi qasî milyonek berecot erdê çandiniyê niha bê av e û rave kir ku hilberîner jî ji ber lêçûnên zêde yên elektrîkê û qutbûna elektrîkê zehmetiyan dikişînin.

Oter, bang li rayedarên pêwendîdar kir û diyar kir ku eger pirsgirêk çareser nebe, ew ê bi endamên Parlamentoyê re bicivin û ger pêwîst be, dê li Enqerê xwepêşandanekê li dar bixin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye