Ji bo "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" piştgiriya ji qada navneteweyî dewam dike.
Endamê Mîsyona Hiqûqê ya Serbixwe ya Navneteweyî parêzer Îtalyayî Ezio Menzione ku beriya demekê ji bo şopandina pêvajoyê li Tirkiyeyê hin serdan kiribû, li ser pêvajoyê axivî.
Ezio Menzione anî ziman ku her kesên ku wan hevdîtin pê re kirine, diyar kirine ku ji bo bidawîkirina şer pêwîstî bi çarçoveyeke hiqûqî heye û wiha pêde çû:
"Ev yek ne tenê mijara bêdengkirina çekan e.
Pêvajoya bêçekbûnê dewam dike û diyar e ku di demeke kurt de wê bi dawî bibe.
Şopandina vê pêvajoyê girîng e.
Piraniya hikûmetê pirsgirêka yekane weke bêçekbûna PKK'ê û kontrolkirina vê yekê dibînin.
Lê belê ez di wê baweriyê de me ku pirsgirêk ne tenê pirsgirêka bêçekbûnê ye.
Ji ber ku bêçekbûn di pratîkê de hema bibêje bi dawî bûye.
Zêdeyî salek e li welêt şer neqewimî ye. Ev rewş gelekî girîng e.
Bi taybetî dema ku mirov rewşa li welatên cîran bînin pêş çavên xwe."
'Azadiya Abdullah Ocalan mijareke siyasî ye'
Menzione bal kişand ser ragirtina Damezrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan û got:
"Azadiya Birêz Ocalan mijareke siyasî ye. Hêvîdar im wê di demeke kurt de çareser bibe."
'Dixwazin hevdîtinê bi Abdullah Ocalan re pêk bînim'
Parêzer Ezio Menzîone anî ziman ku ji bo çûyîna Îmraliyê wan serlêdan kiriye û wiha dawî axaftina xwe anî:
"Ez di wê baweriyê de me ku guhdarîkirina li birêz Abdullah Ocalan bi xwe girîng bû.
Çend hefte beriya niha me daxwaza hevdîtina bi wî re kir, lê belê me nekarî bersivekê ji vê serlêdan û daxwaza xwe werbigirin."
Eger ev yek pêk were em amade ne ku biçin Bûrsayê û bi keştiyê biçin Îmraliyê."