Di tîrmeha par de li Siwêdayê di encama êrişan de zêdetirî hezar û 700 kes hatin kuştin ku di nav de nêzîkî 300 înfazên meydanî hatin kirin.
``Endamên Hêzên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê û çeteyên DAIŞˊê beşdarî êrîşên li Siweydayê bûn``
Komîteya Lêkolîna Neteweyî ya Bûyerên Siwêdayê bi civîneke çapemeniyê ragihand ku hin endamên hêzên Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyê, komên çekdar ên nerêkûpêk, çeteyên DAIŞˊê û sivîl di komkujiyên Siwêdayê de cih girtine.
Di êrîşên Tîrmeha par de 34 hezar û 845 durzî û xiristiyan ji siwêdayê koçber bûne
Her wiha destnîşan kir ku 34 hezar û 845 Durzî û Xiristiyan ji Siwêdayê koçber bûne, wêranî û şewitandinê herî kêm bandor li 36 gundên li gundewarên parêzgehê kiriye.
Li aliyê din jî di raporê de hat îdîakirin ku 300 endamên wezaretên parastin û karên hundir hatine kuştin û 60 kes ji eşîran û 30 endamên Wezareta Parastinê winda ne.
Di raporê de siyasetên rejîma BAAS`ê, hat sûcdarkirin û wek berpirsiyar hat nîşandan.
Komîteyê rapora xwe li ser navnîşek gumanbar amade kir, xwe dispêre wêne û vîdeoyên wan ên li ser medyaya civakî.
Di raporê de hat gotin ku vîdeo û wêneyên hatine bibîrxistin dê ji bo tedbîrên qanûnî ji Dozgerê Giştî re werin şandin.
Wezîrê Dadê: Em ê tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigrin
Wezîrê dadê yê Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê jî ragihand ku rapora dawî ya komîteyê hatiye wergirtin û wezareta wî dê tavilê tedbîrên qanûnî yên pêwîst bigire.
Komîteya Lêkolîna Neteweyî ya Bûyerên Siwêdayê, di Tîrmeha 2025ˊan de ji hêla Wezareta Dadê ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ve hate damezrandin ku ji hejmarek dadwer û parêzer pêk tê da ku ew sûcdarên binpêkirin û sûcan nas bikin hatiye avakirin.