Tulay Hatîmogullari beriya civîna endamên Meclîsa Partiyê ku dê 2 rojan bidome, li navenda Partiya xwe ya giştî daxuyanî da.
Tulay Hatîmogullari diyar kir, ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê, divê qanûnên pêwîst demildest bên derxistin û got:
"Divê gavên şenber demildest bên avetin û em ê heta ew gav tên avetin têkoşîna xwe bidomînin."
Hevseroka DEM Parityê destnîşan kir ku careke din derketiye holê ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêwîstiyeke mezin e û wiha pê de çû:
"Şewirmendê Serokkomar ji me re dibêje divê ‘DEM Partî di pêvajoyê de zelal be û spartekên derxistina qanûnan nede desthilatê.
Em jî dibêjin; komara Tirkiyê hê nebûyê demokratîk. Divê komara Tirkiyeyê demokratîk bibe. Lê dema em van daxwazan tînin ziman zora wan diçe."
Tulay Hatîmogullari di daxuyaniyê de ev daxwaz kirin:
Pêkanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan.
Hevşaredarên hatine hilbijartin vegerin ser karê xwe.
Hemû siyasetmedarên girtî werin berdan.