Serokê Parlamentoya Îranê li Bexdayê ligel berpirsên Îraqê civiya

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf, ji bo nirxandina pirsên aborî, siyasî û bêçekkirina koman li Bexdayê ye û ligel berpirsên bilind ên Îraqê civiya. Her wiha Radyoya Monte Carlo dibêje, Qalîbaf dixwaze pêvajoya bêçekkirinê dirêj bike, heta ku pirsgirêkên wan ligel Amerîkayê çareser dibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îraq di navbera berdaşa komên çekdar û germûgurî û fişarên ser Elî Zeydî de ye.

Qalîbaf: Eniya Berxwedanê bihêztir bûye

Serokê Parlamentoya Îranê Mihemmed Baqir Qalîbaf û endamê şandeya danûstandinkar a Îranê ligel Amerîkayê, ji bo nirxandina çend pirsan hat Îraqê.

Qalîbaf, wek cihê yekem li Îraqê, serdana cihê kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis kir.

Li wê derê bi gotareke dîplomasî çend amadeyî û nîşaneyek da ser sedema serdana xwe.

Qalîbaf got ku kuştina her du serkirdeyên diyar ên Supaya Pasdaran a Îranê nebûye sedema lawazbûna Berxwedanê li Îraq û Îranê.

Monte Carlo: Qalîbaf dixwaze girjiyên navbera Komên Çekdar û Zeydî de aram bike

Radyoya Monte Carlo ya Navdewletî serdana Qalîbaf û gotara wî ji bo du sedemên sereke vedigerîne; ya yekem aramkirina alozî û girjiyên di navbera komên çekdar û Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî de ye.

Her wiha hişyariyek e ji bo Amerîkayê, heke ew bixwaze Zeydî ji bo rûbirûbûna serbazî ya li dijî koman han bide û piştgiriya serbazî ya wî bike.

Monte Carlo: Qalîbaf dixwaze pirsa bêçekkirinê dirêj bike

Her wiha, ew dixwaze ku pirsa bêçekkirina komên çekdar herî kêm dirêj bike, heta ku qeyran û nakokiyên di navbera Tehran û Washingtonê de bi dawî dibin.

Helbûsî daxwaz kiriye ku rê bidin petrol di Hurmizê re were hinardekirin

Qalîbaf, civîna xwe ya yekem ligel hevtayê xwe yê Îraqî pêk anî.

Parlamentoya Îraqê der barê civînê de ragihand ku Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî daxwaz ji Qalîbaf kiriye ku taybetmendiyek ji bo Îraqê hebe di hinardekirina petrolê de ya di Tengava Hurmizê re.

Her di nav vê serdanê de, Serokê Parlamentoya Îranê ligel Nîzar Amîdî, Serokkomarê Îraqê civiya.

Radyoya Monte Carlo ya Navdewletî dibêje, hatina Qalîbaf ji bo Îraqê û nirxandina pirsa bêçekkirina komên çekdar, nîşana veguhastina vê dosyayê ye ji aliyê Supaya Pasdaran a Îranê ve bo kerta dîplomasî û siyasî bi serperiştiya Mihemmed Baqir Qalîbaf.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye