"Berxwedana Îslamî ya Îraqê" jî biryara rawestandina êrîşan da

Komên çekdar ên Îraqê yên ku xwe wekî "Berxwedana Îslamî ya Îraqê" Seraya Ewliya`i El Dem pênase dikin, biryar dan ku êrîşên xwe du hefteyan rawestînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbesteke 15 rojî ligel Îranê ragihand.

 Piştî vê yekê, "Berxwedana Îslamî" jî îro daxuyaniyek belav kir.

 Di daxuyaniya xwe de biryara rawestandina êrîşan da.

 Ev enî ji hinek komên çekdar ên Şîe yên Îraqê pêk tê ku bi Komara Îslamî ya Îranê ve girêdayî ne.

 Vê komê di 39 rojên şer de berpirsyariya 831 êrîşan xiste stûyê xwe.

 Piraniya wan êrîşan bi dron û mûşekan li Îraq û Başûrê Kurdistanê hatine kirin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye