Nêzî 2 mehan, rêya Tebqa-Atreya girtî mabû, lê duh ji bo çûn û hatinê hat vekirin.
Li gorî agahiyan, benda Zekiye ya Hikûmeta Veguhêz a li a li nêzî Atreya rê da wan erebeyên ku ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derdikevin ku derbas bibin.
Hêzên ewlekariyê yên heman benda kontrolê diyar kirin ku dê rojane ji saat 6`ê sibehê heta 6`ê êvarê ev rê vekirî be.
Heman çavkaniyê eşkere kir, di nava çend rojan de, dê rêya Dêr Hafir-Heleb jî ku bêhtirî 2 mehan e girtî ye, were vekirin.