Çavkaniyên li herêmê diyar kirin ku Arman Senar Diriye tevlî xwepêşandanê bûbû û biryara binçavkirina wî hatibû dayîn.
Heman çavkaniyan dan zanîn ku biryara binçavkirinê ji bo birîndarên din jî hatiye dayîn û piştî tedawiya wan temam bû, wê werin binçavkirin.
Li gorî agahiyan, PDK’ê ji bo 35 kesên li gundê Lacanê û 75 kesên li navçeya Xebat yê Hewlêrê, fermana girtinê da ye.
Piştî bûyerên dawiyê li Lacanê, PDK’ê hêzek mezin bi çekên giran û sivik li navçeya Xebat û gundê Lacanê bicih kiriye.
Hemwelatiyên Lacanê, bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navnetewî kirin ku alîkariya wan bikin.
Hemwelatiyan daxwaza vekişandina hêzên PDK’ê kirin, da ku bikaribin bi azadî tevbigerin.