Komisyona Neteweyî ya Hevgirtin, Xwiş-Biratî û Demokrasiyê dê îro saet 14:00'an de dê bicive.
Ev civîn girînge, ji ber ku piştî serdana heyeta komisyonê ku çû Îmraliyê û bi Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan re rû bi rû hevdîtin pêk anî dê di derbarê hevdîtinê de agahî bide endamên komisyonê.
Tê payîn ku nirxandineke berfireh a serdanê bi endaman re were parvekirin.
Endamên komisyonê dê derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan re bên agahdarkirin. Hêj ne diyar e ku şanda ku serdana Îmraliyê kiriye dê çawa rapora xwe pêşkêşî komisyonê bike.
Di vê navberê de, partiyên siyasî jî dê raporên xwe pêşkêşî komisyonê bikin.