Civîn duh li baregeha Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî li Libnanê (UNIFIL) li bajarokê Naqoura yê li ser sînorê başûrê Libnanê pêk hat.
Nivîsgeha Serokwezîrê Îsraîlê ragihand ku Benyamîn Netanyahu ev yek wekî hewldanek destpêkê ji bo danîna bingehek ji bo têkilî û hevkariya aborî di navbera Îsraîl û Libnanê de, bi nav kiriye.
Berdevka hikûmeta Îsraîlê Şoşana Pedersen jî, got ku ev civîn encama hewldanên Serokwezîr Benyamîn Netanyahu yê ji bo guhertina rûyê Rojhilata Navîn e.
Ev dan û standinên di navbera her du aliyan de, ji sala 1983'an û vir ve yê yekem e, ku tiştê wekî reşnivîsa yekem a peymana aştiyê dihat hesibandin, derket holê.