Di qezaya duh de dekanê Fakulteya Hiqûqê ya şaxa Zanîngeha Firatê ya li Hesekê Dr. Mihemed el-Casim, dekanê Fakulteya Endezyariya Sivîl a şaxa Zanîngeha Firatê ya li Hesekê Dr. Nacî el-Ferec û endamekî fakulteyê yê şaxa Zanîngeha Firatê ya li Reqayê Dr. Mihemed el-Remezan, jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Xwendina Bilind û Lêkolînên Zanistî ji bo dekanên Fakulteyên Hiqûq û Endezyariyê û ji bo endamekî Fakulteya Zanistê ya li Hesekê sersaxî xwest.
Li Kobanê qezayek çêbû 2 zarok mirin
li Kobanê jî di qezayeke trafîkê de xwişk û birayekî jiyana xwe ji dest dan. Dema xwişk û bira ji dibistana xwe ya seretayî vedigerîyan malê, erebeyek li motorsilêka wan qelibî, di encamê de her duyan jiyana xwe ji dest da.